Ez ê niha te çawa li baskên hevokên xwe yên tirsonek siwar bikim..
Êdî tu hêz nemaye di dilê min ê westiyayî lêdide de..
Ma wê bikarîbe êdî çend çûyînên bêwext hilîne.
Rihê ku laşê min ê bêhêz dipêçe çiqas giran e xalo…
Ez ê niha çawa bipêçim birînên dayîka xwe…
Çawa bibêjim,Roj li me çû ava..
Tirsa salane ku di dilê me de wek şûşekê şikest…
Bû çirûsk û riya me ronî dike xalo..
Çawa xalo…
Erê xaloo, evîna te lûtkeyên çiyayên welatê min bû
Li baskê teyreke baz siwar bû û gehişt gerdûnê…
Gerdûn ronî dibe bi nûra te Ji ber ku gerdûn evîn e..
Efsûna riya te li ser rûbarê dilan diherike..
Çavên te yên xeyalên bêdawî jê dirêjîn û kenên te
Bila min jî bi kenên te binax bikin xaloo
Min jî binax bikin bi kenên te…
Bu İçeriğe Emojiyle Tepki Ver
        Çok Kızdım
                    0
                    Tebrikler
                    0
                    Aşık Oldum
                    0
                    Aşırı Duygusal
                    0
                    Wuuuu
                    0
                    Çok Komik
                    0
                    