Pirtûk ku ji aliyê psîkiyatrê navdar Irvin David Yalom ve hatiye nivîsandin, qala pêvajoya tedawîya ya di navbera Dr. Josef Breuer û Prof. Friedrich Nietzsche dike. Şêwaza ku Îrvîn D. Yalom bi kar aniye gelek zelal, herikbar û hêja ye. Hema hema hemû kesên di pirtûkê de derbas dibin mirovên rast in; Lê çîrok bi hêza pevxistina nivîskarê geş dibe û dixemile.
Bûyera vê romanê di sedsala 19a de beriya dîtina zanista psîko-analîstê, li vîyanayê derbas dibe. Her wiha pirtûk qala mirovên navdar ên vê serdemê jîyaye wekî Josef Breuer, Sigmund Freud, Lou Salome dike. Bi kurtasî dikarim bibêjim pirtûk li bin, lihevanîna nêrînên zanistî û felsefî yên van kesên navdar û Nietzsche bingehî dide û bi vê encamê romaneke rast/xeyalî derdikeve holê.
Rojekê, jina ku mêran sergêj dike ango Salome ji bo nexweşiya Nietzsche tê li cem psîkolog Breuer. Salome ji Breuer re dibêje: “Pêşeroja çanda Ewropayê di bin talûkeyê de ye, Nietzsche nexweş e. Alî wî bikin.”Breuer bi hêviya ku dîsa Salomê bibîne bersiva “bila”yê dide. Û bi vê bersivê rêwîtîyeke dirêj dest pê dike…
Dr. Breuer û Sigmund Freud, yek ji lehengên sereke yên vê pirtûkê ne. Di salên 1880an de li Vîyanayê metoda “Free Association” li ser Anna O, yê ku nexweşê êşa hîsterî ye diceribînin û bi vê metodê jî bingehîya psîkoanalîzmê diavêjin.
Nietzsche fîlozofekî derveyî serdema xwe ye ku nêrînên wî ji serdema wî dûrtir kûrtir in. Ji pirtûkên wî yên wê demê hatibûn weşandin (“Human, All Too Human”, “The Dawn of Day”, “The Gay Science” û “Untimely Meditations”) jî dihat fêm kirin ku ew bangê pêşerojê dikir. Lê Prof. Friedrich Nietzsche, fîlozofê xwedî fikrên ji dema xwe dûrtir, ji ber nexweşiya giran a mîgrenê jiyaneke dijwar dijîya.
Rojekê Prof. Nietzsche evîndarê helbestvaneke ciwan (Salome) dibe. Salome jineke pirr qedr dide azadiya xwe ye, ji ber wê naxwaze têkiliyeke xurt di navbera wê û yekî de çêbibe. Ji ber wê Salome têkiliyeke bi sê alî bi Nietzsche û hevalên wê Paul Ree re pêşkêş dike.
Nietzsche; Di destpêkê de vê pêşnîyarê qebûl dike, piştre di nava hestên xwe yê xwezayî de winda dibe û ji Salomeyê re daxwaza zewacê dike. Lê Lou Salome Nietzscheyî red dike. Piştî vê bûyerê Nietzsche li hemberî hemû jinan bi taybetî Lou Salomeyê hêrs dibe û ji nefret dike.
Ev bûyerên ku min qala wan dikir di rastiyê de li Ewropaya 1880yan de derbas dibin. Tiştên xeyalî piştî van bûyera dest pê dikin.
Lou Salome, ji ber ji Nietzscheyê tim û tim nameyên nefretê distîne gelekî sayîşdar dibe. Ji bo dawiya van nameyan were divê tiştekî bike. Û wê demê di hişê wê de tiştek diçûrise. Salome tê nexweşxaneyê li deriyê bijîşkê navdar ê Viyanayê Josef Breuer dixe û jê dixwaze ku Nietzscheyê baş bike. Lê tiştê ku dixwaze baş bike ne mîgrena wî ye, tiştê ku dixwaze baş bike bêhêvî bûna Nietzsche ya ku wî dibe li ber mirinê ye. Ji ber ku Nietzsche di nameya xwe ya dawî de ji Lou Salome re qala fikra xwekuştinê kiribû.
KURTERAMANÊN MIN:
Di rastiyê de Dr. Breuer û Prof. Nietzsche qet hev nedîtine; Lê di pirtûkê de hem nexweş û hem jî doktorên hev in. Rêbazên ku li ser nexweşiyên fizîkî û derûnî yên ku hewl didin derman bikin û bi pêş ve bibin ji bo xwendevanan re wekî reçeteyê ye…
Zimanki gelek gıran, felsefe gıran,min zexf fexm nekir
Mamoste, Nietzsche xewneke xweş e, lê gelek car lawaz û eletewş e; li ber xweşî û aşiyê ew her berekaş e.
Ev pirtûk qala jiyana wê dike, min jî hinekî ew pirtûka pîroz nirxand(inceleme).😇🙏 Heta ku destê min jî hat min, nivîsek sivik nivîsî.☺️ Belê mamoste tû mafdarî piçek ê giran bûye raste.
Ji bo şîroveyê te spasdarim, tû her hebî mamoste.:)