Posthumanîzm an post-humanîzm (tê wateya “piştî humanîzmê” an “ji humanîzmê wêdetir”) dibistaneke ramanê ya postmodern e ku bi awayekî tundî antroposenîzma humanîzmê rexne dike.

Yanî bi kurtasî dibêje dinya tenê ya mirovan nîn e. Posthumanîzm yek ji encama krîtîkên postmodern ên li ser antroposenîzm, kolonyalîzm, nijadperestî û zayendperestiyê ye. Pirranîya bîrewerên posthumanîzmê, li dij humanîzma klasîk in û ‘human’ê (mirov) wê têgehê wek mêr, spî, ewropayî, hetero û bêasteng (able-body) pênase dikin. Lewma posthumanîzm hemû sterotaypên cûrepestî, nijadperestî, zayendperestî û laşperesti (ableism) red dike û hewl dide ku her cûre karakter û kategoriyên mirovahiyê û ya xwezayê biparêze û berz bike. Her wiha helwesta modernîzmê ya yekbûnê red dike û nirxên wekhevîyê diparêze. Ji xeynî van pênaseyên jor posthumanîzm li gorî fîlozof Francesca Ferrando xwediyê bi kêmî heft pênaseyan e:

1) Antîhumanizm: Her teoriyeke ku li ser humanîzma kevneşopî û fikrên kevneşopî yên der barê mirovahiyê û rewşa mirovî de rexne dike.

2) Posthumanîzma Çandî.

3)Posthumanîzma Felsefî: Rêgezek felsefî ye ku xwe dispêre posthumanîzma çandî, xeta felsefî bandorên exlaqî yên berfirehkirina exlaqî û dirêjkirina subjektîvîteyan li derveyî celebên mirovî dikole.

4)Rewşa Posthuman:ji hêla teorîsyenên rexnegir ve ji holê rakirina rewşa mirovî.

5) Posthumanîzma transhûmanîzmî: Îdeolojî û tevgerek derveyî mirovî ya ku hewl dide ku bi saya teknolojiyê pîrbûnê ji holê rabike, çareseriya mirinê bibîne, kapasîteyên entelektuel zêde bike û êşên psîkolojîk xilas bike.

6) Desteserkirina Hişê Çêkirî: Li gor vê têgehê, mirov bi xwe nikarin bên guhertin lê di dawiyê de ji aliyê hişê çêkirîyan vê bên guhertin.

7) Voluntary Human Extinction:Di teoriya rexneyî de, post-mirov têgîneke spekulatîf e ku nûnertiya mirovan dike an jî hewl dide ku mirovan ji nû ve dîzayn bike. Posthumanîzm şaxek felsefeya humanîst e ku bi awayekî rexneyî, humanîzmê rexne dike û dibêje xwezaya mirovî rewşek gerdûnî ye ku ew di nav mirovan de derdikeve. Ango xwezaya mirov bi temamî aîdê mirov e. Û li gor vê tevgerê xwezaya mirov; xweser e, rasyonel e û xwedî îradeyek azad e. Ji zêdetir di vê têgehê de behsa exlaq û edalet, ragihandina ziman û zanistê, pergalên civakî û xwestekên rewşenbîrî yên di navbera dîsîplînê de jî tê kirin.

Posthumanîzm Felsefeyeke sekuler e ku dixwaze mirovahiyê di nav cureyên xwezayî de ji nû ve bicih bike û wê ji pozîsyona xweya bijarte(îmtiyaz) dûr bixe. Li gorî wan, mafê mirovan tune ku xwezayê tune bikin an jî xwe ji xwezayê mezintir bibînin û ji serde Tevgera Posthumanîzmê pêşniyar dike ku laşê mirov dikare bi mudaxaleyên teknolojîk ên wekî endezyariya genetîkî were baş kirin.

Posthumanîzm, humanîzma klasîk rexne dike û pirsa “humanîzm, ji bo kê û ji bo kîjan zindîyan e?” dike. Posthumanîzm ew tevger e ku girîngiyê nade li ser mirovan, ew girîngiyê dide jiyanê. Ango jiyanê dike navenda mijarê xwe.

Çawa ku di demên klasîk ên sedsalên 18. û 19. de rêbazên wek pozîtîvizm ji ber nêrînên xwe bû demode û pûçûvala, êdî humanîzm jî emrê xwe temam kir û bû demode. Her çiqas em hay jê tune bin jî guherînên mezin ên sosyo-kulturel diqewimin û dibin pêl û di ser me re tên. Imanuel Wallerstein raber dike ku sîstema heyî ya îroyîn êdî têra guherînên postmodern nakin û dibêje demeke nêzik de paradîgmaya kapîtalîst a rojavayî dê têk biçe û norm û rêbazên nû yên rêvebirinê û aboriyê derkevin holê.

Ji ber teknolojîyê Transhumanîzm û Posthumanîzm gelek caran tê tevlihev kirin. Lê ti têkiliya Transhumanîzmê bi têgîna Posthumanîzmê re tune. Posthumanîst teknolojiyê wekî hevrêyek dibîne û ekolojiyê diparêze û dîna xwe dide xwezayê. Lê transhumanîst, teknolojîyê li dijî mirinê diparêzin û dikin ku wê pîroz bikin.

Bu İçeriğe Emojiyle Tepki Ver
Çok Kızdım
Çok Kızdım
0
Tebrikler
Tebrikler
0
Aşık Oldum
Aşık Oldum
0
Aşırı Duygusal
Aşırı Duygusal
0
Wuuuu
Wuuuu
0
Çok Komik
Çok Komik
0

Bir yanıt yazın