
Peyva “Avesta”yê bi berhema xwe de derbas nebûye, ji pêşgira navdêrsaz a “a” û lêkera “vîste” bi wateya naskirin, zanîn, peydakirin û peydabûnê (ku li gel peyva “veda” (vîd) pirtûka hindiyan a olî hevreh e) pêk tê. Bi giştî “Avesta” weke “Agahîname” yan jî “Zanînname” tê zanîn. Girîngiya Avestayê ji bo gelên Arî û bi taybet Kurdan re ev e ku gelek bawerî, mîtolojî û çanda bav û kalên wan, bi hezar salan berê heta niha radixe ber çavan. Xebatên ku berê de berhemê bi Farisî û Kurdî hatine kirin belawela ne û hemû beşên Avestayê bi hev re nehatine çapkirin, lêbelê di vê xebatê de hemû beş (şeş lênûsk) bi hev re hatine û her wiha di beşa pêşgotinê de bi awayekî berfireh û birêkûpêk agahiyên baş der heqê Avesta, Zerdeşt, taybetmendî û mijarên beşan û hwd hatine dayîn ku çarçoveyeke baş li bala Mezdaperestiyê di mêjiyê lêkolîner û xwendevanan de çêdike. Dîsa di dawiya berhemê de ferhengek li bala peyv û biwêjên Avestayê hatiye nivîsandin.
“Ev pirtûk ji bo min cihekî pir taybet digire. Nasîna min a çand û hunerê yê. Bi saya wê pirtûkê min xwendin venasî kir. Bila Avesta her sax be.:)
“Navê pirtûka dînê Zerdeştîyê Avesta ye. Avesta, pirtûka Zerdeşt û komberhema herî kevnar a gelê Arî ya olê ye. Li gor hin çavkaniyan di destpêkê de ji bîst û yek beşan pêk hatiye û ji ber hin sedemên cuda gelek beşên wê wenda bûne. Heta niha zanayên Avestanas û pisporên wê li ser wateya vê peyvê li hev nekirine. Avestanasên navdar wekî profesor Gildiner û Andreas dibêjin ku bingeh û koka Avestayê; ji pehlewî ji upesta hatiye wergirtin ku wateya wê bingeh û destpêk e. Lê bi giştî “Avesta” weke “Agahîname” yan “Zanînname” jî tê zanîn. Me despêka nasîna Avestayê da ev gotibû.
Di derbarê zimanê ku Avesta pê hatiye nivîsandin û pê hatiye gotin de, tu cihê gumanê nemaye ku Zerdeşt bi zimanê Medî axivîye û Avesta jî heman bi wî zimanê hatiye nivîsandin. Lêbelê bi dirêjahîya dewranê re ev ziman ji holê rabûye û wek zimanekî axaftinê nemaye.
Û di derheqê vê mijarê de dixwazim çend şîroveyên pisporan bidim li ber çav;
Rasmus Rask: li gorî filologê danîmarkî, zimanê Avestayî zimanê Medan bûye û Zerdeşt bi xwe jî xêla Medî bûye.
Durmesteter: li gorî Durmesteter, Avesta di serdema Medan de hatiye nivîsandin, zimanê Medan heman ew ziman e ku Avesta pê hatiye nivîsandin.
Avesta û Îskenderê Mezin:
di dema Mediyan de, Medî, xwediyê pirtûkxaneyaka pir mezin bûn. Bi sedsalen nivîsarên ku hatibûn nivîsandin di wê pirtûkxaneyê de bi cih dibûn. Ew pirtûkxane heta hatina Îskenderê Mezin ku Kurd jê re dibêjin Îskenderê Zûrqarneyn di nav mezintirîn pirtûkxaneyên cîhanê de bû. Lê di dema hatina wî de, Îskender hemû pirtûk dan şewitandin û gelek nushayên Avestayê jî bi agir re winda bû. Beriya şewitandina Avestayê, Avesta: êrîşa Îskender a li ser Îranê, pirtûkeke gelek mezin bû.
Pallinus dîroknasê rom ku di sedsala yekemîn a zayinê de jîyaye dibêje ku, dîroknûsê Yûnanî Hermippos sûd ji pirtûka Avestayê wergirtiye, ku di bîst cildan hatibû nivîsandin û ji sed hezar çekameyan pêk hatibû, wî bi xwe ew pirtûk xwendiye”
Ew pirtûk ji aliyê xwendinê de min re bû aramîyek mezin. Û wusa bawer dikim ku ev pirtûk tesîrek mezin jî ji gelek kesan kiriye û yê bike jî. Dixwazim ku bi gotinekî ve wê nivîsî xilas bikim û wê pirtûkê pêşniyarî we bikim:
“*Mirov fêm nakin ku pirtûkek tenê dikare jiyana merovekî biguherîne.”