NEWROZ

Bi tolhildanê vejîmBi berxwedanê bûm evînBi agirê zindanê bûm Kawa’yê hemdemîEz bihar im, avdar imAgirê zer û geş imBanga Mazlûm Dogan imRiya Zekiye Alkan imMîhrîcana qadan inBişirîna rûyê dostan imXwediyê nirx û rûmeta giran imNewroz im agir geş imBerîvan û Rewşen im..Newroz imHem cejn im hem ceng im..Newroz imGovenda çiyayan im
QEFTEK HELBEST

Bûme şilkeke avê ji kaniya dilÛ ji te borîm.Ev av ber bi ku de diçe, wê min kîjan nihalê de bihêle nizanim.Pirsyar bi pirsyar tu li min negere.Serxweşekî hişyar im ber bi bayê evîna te ketîStêrkên ku li esîmanê min kom bûne bi ronî dibiriqin û direqisin û rûyê te yê narîn dineqişîninNikarim giyanê xwe […]
SİRÛDA EVÎNÊ

Ji çavên te payîz dirêjin û dibî dilopek ji baranên çiyayên bilind..Ez jî li warekî nediyar, li ber dîwarên seqemê di bin baranên te de şil dibim…Di nav ewran de rûyê te yê narîn dibînimBi şewqa te li min ronî dibin şevreşÇavên te yên reşbelek konên jiyanê di sîngê min de datînin û kulîlkên evînê […]
AWİR

Zivistan e..Berf dibare, serma yeTûrikê xeyalan li ser milê minLi ber pirîşkên berfa spî rawestiya me..Nebûna te ye, ya ku min di laşê min de dipêçeLi min wisa nenêre!Ji çavên te lehiya awiran radibe.Awirên te bager in.Çar demsalan li min dikin zivistan..Dawiya her zivistanê bihar e.Bi hatina biharan kulîlk vedibin lê dema ku te ez […]
KELHEYA SİRAN

Ev bû sê sal. Sê sal e ku min di dilê xwe de kelheyek nepenî ava kiriye ji sirên te… Û min qala te qet nekiriye. Ne ji şevên kor, ne ji stêrkên şemitî û ne jî ji xewnexofan re. Ji ber ku çîroka tariyan e çîroka me Û bê xwedî ye… Dilê min hîn […]
HEVDE STÊRK

Ez şervanek im li ser lûtkeya çiyayan ji bo azadiyê têdikoşim.Armanca min Welatek azad, jînek bi nêrx û rûmet eLehengim ez!Xelefê Egîd û MazlûmanŞagirtê Civyan û tekoşeran im ezStêrka welatê xwe, tîrêjek ji rojê me ez.Gêrîla me…Di nav dilê dayîkan de dibişkivimCarna stêrka qurux carna gelawêj im ezMin xwe naskir di nav vê cengê deDixemilînim […]
HERE

Bi hêviyên mirî û dilekî şikestî, ji te re dibêjim; hereBese tîrên çavên te min dikujin..Here kujera hêviyên minBiskên xwe ber bi ba bike û here.Kîjan payîz te dipêçe bila bipêçe..Ez ê evîna te bi ava heft kaniyan bişomGiliya te li heft xwedawendan bikimHeskirina ku di kolanên dilê min de şax daye bikujimEy dilê bê […]
XEYAL

XEYAL Carinan xemgîniyê di nerînek qels a ku ji dûr ve xuya dike de dibînim.Dû re li dengê çûkên koçer ku ji dûr ve baskên xwe dihejînin guhdarî dikim.Nizanim çima mirov bi salan bendewarê xeyalekê ye..Gelek tişt min ber cudahiyekê ve dibinHelbestên veqetandinê naherikin ji penûsa minEw jî êş, jan, axîn û kederên min nanivîsîne..Şûndemayî […]
XALO

Ez ê niha te çawa li baskên hevokên xwe yên tirsonek siwar bikim.. Êdî tu hêz nemaye di dilê min ê westiyayî lêdide de.. Ma wê bikarîbe êdî çend çûyînên bêwext hilîne. Rihê ku laşê min ê bêhêz dipêçe çiqas giran e xalo… Ez ê niha çawa bipêçim birînên dayîka xwe… Çawa bibêjim,Roj li me […]
KÎ ME EZ ?

Niha ez kî me, dişibim kî?Ne nasnameya min, ne jî pasaporta min heye.Ev der kîdere?Çi çaxe em tê de.Di mejiyê min de sedan birûsk li hev dikevin..Min digot ev der starek e ji bo aştîxwazan,Lê wek mar e ne cih e ne jî war e..Ku ne fend e, ev çi dar û bend e..Dibe sibê […]