Bûme şilkeke avê ji kaniya dil
Û ji te borîm.
Ev av ber bi ku de diçe, wê min kîjan nihalê de bihêle nizanim.
Pirsyar bi pirsyar tu li min negere.
Serxweşekî hişyar im ber bi bayê evîna te ketî
Stêrkên ku li esîmanê min kom bûne bi ronî dibiriqin û direqisin û rûyê te yê narîn dineqişînin
Nikarim giyanê xwe dadbar bikim
Hîn jî hestên min dîlên te
Bîbîkên çavên te hîva min in
Ez awirbazê riya te
Çotkevokên te wargeha min in.
Tu dizanî? Masî serevrazî serdikevin
Ez ê di nav her tîpekê de qeftek helbestan biveşêrim ji bo te
Qeftek helbestan… Ji bo te
Bu İçeriğe Emojiyle Tepki Ver
Çok Kızdım
0
Tebrikler
0
Aşık Oldum
0
Aşırı Duygusal
0
Wuuuu
0
Çok Komik
0