Ji çavên te payîz dirêjin û dibî dilopek ji baranên çiyayên bilind..
Ez jî li warekî nediyar, li ber dîwarên seqemê di bin baranên te de şil dibim…
Di nav ewran de rûyê te yê narîn dibînim
Bi şewqa te li min ronî dibin şevreş
Çavên te yên reşbelek konên jiyanê di sîngê min de datînin û kulîlkên evînê di çiqên dara ku di dilê min de ye de di aliqînin..
Reşrihana biskxelek nêrînên te bê rihm in
Xwe di dilê min de vedipêçin..
Min dişewitînin lê dîsa jî dicemidim
Erê dotmîra helbestên min;
Were bi teşiya xwe peyvan birêse
Bi nêrgizan biskên xwe bivehîne
Bila biskên te birînên min bipêçin
Û peyvên te bibin srûda evîna me
Sirûda evîna me
Bu İçeriğe Emojiyle Tepki Ver
Çok Kızdım
0
Tebrikler
0
Aşık Oldum
0
Aşırı Duygusal
0
Wuuuu
0
Çok Komik
0
Seet xweş mamoste delal 👍👍🧿
Gelek spas dikim mamostayê hêja,,🌼❣️