Zivistan e..
Berf dibare, serma ye
Tûrikê xeyalan li ser milê min
Li ber pirîşkên berfa spî rawestiya me..
Nebûna te ye, ya ku min di laşê min de dipêçe
Li min wisa nenêre!
Ji çavên te lehiya awiran radibe.
Awirên te bager in.
Çar demsalan li min dikin zivistan..
Dawiya her zivistanê bihar e.
Bi hatina biharan kulîlk vedibin lê dema ku te ez netîdim bizanîbe ez hîn jî li zivistanan cemidî me..
Ku tu neyê,ma çi hewce li biharê ye
Ez ê ji awirên te helbestan bidoşim dîsa..
Ey Xwedawenda tavê!
Tu avirek ji ava kaniya zelal î, ku tovên jiyanê di singê min de diçînî û dilê min de kulîlkan vedikî
Ji keziyên xwe xewneke germ birijîne şeva min
Bibe stara şevên tarî
Ku ez bibim gûstêrkek serxweş li dora te
Bu İçeriğe Emojiyle Tepki Ver
Çok Kızdım
0
Tebrikler
0
Aşık Oldum
0
Aşırı Duygusal
0
Wuuuu
0
Çok Komik
0