Ev bû sê sal.

Sê sal e ku min di dilê xwe de kelheyek nepenî ava kiriye ji sirên te…

Û min qala te qet nekiriye.

Ne ji şevên kor, ne ji stêrkên şemitî û ne jî ji xewnexofan re.

Ji ber ku çîroka tariyan e çîroka me

Û bê xwedî ye…

Dilê min hîn jî dîl maye di mijangên çavên te de

Û bi xencerên awirên te birîndar e..

Tijî axîn û kovan e.

Kujerê dil e êşa nayê gotin û li dil nayên kirin çi timtêl û kifin…

Bi kul in, bi keser û bêdengin êşên te,

Xwekujin…mêrkujin êşên te.

Diweşînin hemû pelên xwe..

Çi baranên germ nebarîne li ser vî dil î

Ji bilî qeşaya te.

Pênûsa min jî bû cemser li ber siya nizara te

Û tijî tûrek birîn e

Helbest jî lerizîna dil e

Ma ez ê çawa bikaribim ji vî dilê sar risteyên germ binivîsîm ku dilşad bikim rûyê te

Rûheyvê ; çawa dilşad bikim rûyê te

Bu İçeriğe Emojiyle Tepki Ver
Çok Kızdım
Çok Kızdım
0
Tebrikler
Tebrikler
0
Aşık Oldum
Aşık Oldum
0
Aşırı Duygusal
Aşırı Duygusal
0
Wuuuu
Wuuuu
0
Çok Komik
Çok Komik
0

Bir yanıt yazın