Ez şervanek im li ser lûtkeya çiyayan ji bo azadiyê têdikoşim.
Armanca min Welatek azad, jînek bi nêrx û rûmet e
Lehengim ez!
Xelefê Egîd û Mazlûman
Şagirtê Civyan û tekoşeran im ez
Stêrka welatê xwe, tîrêjek ji rojê me ez.
Gêrîla me…
Di nav dilê dayîkan de dibişkivim
Carna stêrka qurux carna gelawêj im ez
Min xwe naskir di nav vê cengê de
Dixemilînim qada şer bi bejn û bala xwe
Tu dizanî gelek leheng bişkivîn li ser vê xakê
Destanên pakrevanîyê bi salan didomin..
Li ser esîman bibarin jî ewrên reş ez li ser vê axê serê xwe natewînim
Ez ê bi gurzên xwe tîran di dilê wan de biçîkînim yên ku dixwazin hilmê ji me çik bikin..
Ey helbestvanê di tariyê de dê rabe vehîne çiroka me..
Pêlavsorên ku ji rojê felsefeya xwe standibûn çawa dikin dojeh ji ejdehayan re paxila çiyayên te
Guh bide srûda ku bi agirê tivenga gêrîla da dibişkeve
Û dilopek ji ronahiya çavên wan bike rêber û bi vehîne risteyên xwe
Û ji bîr neke hevde stêrkên rijiyane di nav dilê me

 

Bu İçeriğe Emojiyle Tepki Ver
Çok Kızdım
Çok Kızdım
0
Tebrikler
Tebrikler
0
Aşık Oldum
Aşık Oldum
0
Aşırı Duygusal
Aşırı Duygusal
0
Wuuuu
Wuuuu
0
Çok Komik
Çok Komik
0

Bir yanıt yazın