Bi hêviyên mirî û dilekî şikestî, ji te re dibêjim; here
Bese tîrên çavên te min dikujin..
Here kujera hêviyên min
Biskên xwe ber bi ba bike û here.
Kîjan payîz te dipêçe bila bipêçe..
Ez ê evîna te bi ava heft kaniyan bişom
Giliya te li heft xwedawendan bikim
Heskirina ku di kolanên dilê min de şax daye bikujim
Ey dilê bê guh, bê awaz û bê nasnav carekê jî li rûyê min binêre
Ma ne bes e ?
Wekî bahozeke bi hêrs biweze
Agirê ku bi laşê şevê ketiye bitemirîne
Biweşîne vê qelîşteya ku di nava te de şîn bûye
Û Bi dengekî bilind bibêjê; here
Rûyê xwe ber bi ezmanan bike,
Bikeve xewa semaya xwe û here
Here rondikên xwe ji bablîsokan re vekirî bihêle û here
Here here …

Bu İçeriğe Emojiyle Tepki Ver
Çok Kızdım
Çok Kızdım
0
Tebrikler
Tebrikler
0
Aşık Oldum
Aşık Oldum
0
Aşırı Duygusal
Aşırı Duygusal
0
Wuuuu
Wuuuu
0
Çok Komik
Çok Komik
0

Bir yanıt yazın