XEYAL

Carinan xemgîniyê di nerînek qels a ku ji dûr ve xuya dike de dibînim.
Dû re li dengê çûkên koçer ku ji dûr ve baskên xwe dihejînin guhdarî dikim.
Nizanim çima mirov bi salan bendewarê xeyalekê ye..
Gelek tişt min ber cudahiyekê ve dibin
Helbestên veqetandinê naherikin ji penûsa min
Ew jî êş, jan, axîn û kederên min nanivîsîne..
Şûndemayî ne tevgerên min..
Dem nabore, jîn li min teng dibe
Ji çavên min çirûsk diteqin
Di dilê min de çend gul dikevin axa sar?
Ev nebûneke çawa ye ku min di laşê min de dipêçe…
Nebûneke çawa….

Bu İçeriğe Emojiyle Tepki Ver
Çok Kızdım
Çok Kızdım
0
Tebrikler
Tebrikler
0
Aşık Oldum
Aşık Oldum
0
Aşırı Duygusal
Aşırı Duygusal
0
Wuuuu
Wuuuu
0
Çok Komik
Çok Komik
0

Bir yanıt yazın