Niha ez kî me, dişibim kî?
Ne nasnameya min, ne jî pasaporta min heye.
Ev der kîdere?
Çi çaxe em tê de.
Di mejiyê min de sedan birûsk li hev dikevin..
Min digot ev der starek e ji bo aştîxwazan,
Lê wek mar e ne cih e ne jî war e..
Ku ne fend e, ev çi dar û bend e..
Dibe sibê li kolanekê bi namerdane li pişt ve werim gulebarankirin,
Laşê min bimîne li ser peyarêyek sar û bê xwedî jî bimînim
Edî teyreke birîndar e jiyan
Û
Ez jî xortekî kal im..
Lê aşqa min her hetav e
Dilê min agirê azadiyê ye li qontarên çiyayan..
Çavên min pêtek agir in
vîna min zirxek ji hesin
Bu İçeriğe Emojiyle Tepki Ver
Çok Kızdım
0
Tebrikler
0
Aşık Oldum
0
Aşırı Duygusal
0
Wuuuu
0
Çok Komik
0
Îro ez bê hed û hesab bîra te dikim
Wekî mahkûmên fermana xeniqandin a wî hatibe dan
Û azad bibe
Min wê sibehê çavên xwe di nava xeyalê te da
Li ser Wanê ya te ji jîyanê ra wekirin
De were bibe azadîya dil û giyanê min
Ez ê te ji xwe ra bi Kurdistan kim evîna te jî ala kes sor û zer kim
Di nava bedewî ya te da dilê xwe li ser sînga te bi evîna azad şa bikim.☀️🕊️🦅
Bawer Bager