Çîroka me bi stranek zêmarî;
“Zekî kuştin ber malan e zaman xirab em têde” ne destpê dikir..
Çend gund hatin valakirin,
Çend mal hatin şewitandin,
Çend war hatin talankirin .
Û çend koçberî û derbiderî…
Çend Zekî hatin kuştin û çend Zekî ji dayîk bûn..?
Kes nizane…
Ev çiroka welatek wêrankirî ye, ku;li aliyê çar guran ve hatiye dagirkirin û parçekirin..

Em paşhatiyên Kawayê hemdem in
Evîn tim şoreş e di dilê me de dibişkive …
Zehmetiyên mezin,
Çîrokên bê dawî,
Şevên dirêj, sar û tarî
Û hêviyên bê gulte…

Ma ne biratî bi hevpariya axê dest pê dikir…?
Em ne xerîbê vê axê ; Xwediyên wê ne.
Ne koçber an jî penaber…
Çend bedenên me li erdî man li ser vê axa bê rehm û ziwa…

Ev qopa li pişta me ne ya niha ye
Ev birîn û xefik kevnin..

“Ger dê hebûya me îtifaqek vêkra bikira me înqiyadek”

Lê tenêtî me dikuje..
Bê tifaqî me dikuje
bê walatî me dikuje..
Me dikuje, heval Zekî

Te bi birîneke kûr pêça hesreta welatê xwe.
Te bi dilsozî hilgirt barê vî welatî
Te bi evîneke mezin li berxwe da
Tu bûyî bager û di nav dilan de olan vedidî..
Tu rêwiyek evînê yî, niha ber bi azadiyê ve diçî
Tu diçî, stêrk diçin û em dimînin
Tu diçî
Êş dimînin,
Birîn dimînin
Tu diçî
Stêrk diçin
Hîv diçe
Jan dimînin….
Jan dimînin…

Bu İçeriğe Emojiyle Tepki Ver
Çok Kızdım
Çok Kızdım
0
Tebrikler
Tebrikler
0
Aşık Oldum
Aşık Oldum
0
Aşırı Duygusal
Aşırı Duygusal
0
Wuuuu
Wuuuu
0
Çok Komik
Çok Komik
0

Bir Yanıt

Bir yanıt yazın