Silav ji we re. :/🌸🌸
Ez ê îro qala pirtûkeke bi nav û deng bikim. Li ser vê pirtûkê gelek tez hatine nivîsandin, gelek rexne hatine kirin û di demeke gelek kurt de gelek zimanan hatiye wergerandin. Pirtûka Sapiens ji aliyê Yuval Noah Harari hatiye nivîsandin û di sala 2011ê de hatiye weşandin. Pirtûk heya 100 rûpelê bi teorîyên meteryalîst ên werarê(evrîm) qala zayîna mirov dike. Ew diyar dike ku her çend di demekî de li cîhanê gelek nijadên mirovan ên wekî Homo Sapiens, Homo Eractus an Neandertal hebûn jî, ji wan Homo Sapiens tenê maye. Sedema vê tiştê nizanibin çiye lêbelê wusa texmîn dikin ku Homo Sapiens bi saya têkiliya nav xwe de ji holê ranebûye. Jixwe serpêhatiya mirovî ya kelecanî jî piştî vê têkiliyê dest pê kiriye. Piştî xwendina vê pirtûkê, em careke din têdigihin ku di dîrokê de mirov çiqasî zalim bûne û ji bo pereyan çi kirine. Em dibînin ku Spanîyan çawa şaristaniyên Amerîkaya Başûr ên bi hezaran salan ji bo zêran tarûmar kirine, welatên ewropayî çawa ji bo madenan êrîşî Hindistanê kirine, çawa zengintirîn axên dinyayê (Efrîka) kirine cihên herî feqîr. Pirtûk ji bo du sed salên dawîn jî şibandinek gelek nûwaze dike û dibêje dîn, ji bo mirov bên ked î kirin hatiye afirandin. Di dinyaya nûjen de olek nû derketiye. Navê olê kapîtalîzm e û xwedayê wê jî pere ye….
Ez ji bo xwe bibêjim heta 200 rûpelên pêşîn pirtûk gelek xweş diherikî, min di carekî de 200 rûpel xwend lêbelê piştî 200 rûpelê seyra pirtûkê guherî. Pirtûk heta 200 rûpelên pêşî bi awayekî objektîf û li gor zanistîyê dimeşiya lê piştî 200 rûpelê êdî nivîskar dixwest ku fikrê xwe empozeyê xwîneran bike. Piştî wê demê, ez jê pirtûkê piçek sar bûm û bi awayekî dilşkestî min hewl da ku pirtûkê xilas bikim. Xilas bû jî…
Di serî de pirtûk qala Bing-bangê û çêbûna gerdûn û dinyayê dike. Piştî hîn agahiyên kurt derbasî Homo Sapiensê (homo – mirov /sapiens – zîrek) dibe.
Homo Sapiens çi ye, ji ku hatiye, pêşî li ku çêbûye felan. Pirtûk bi taybetî balê dikşîne ser van mijaran: Êrîşên Homo Sapiensê yên hezar salan, şoreş û werara(evrîm) wan. Her wiha pirtûk bi mijarên – serdestiya Homo Sapiensan li dij mirovên din, Homo Sapiens çawa cur-mirovên din kuştine- xwîneran dikşîne xwe.
Tiştê ku min jê hez kir, bersiva van pirsan bû:
1- Dînê pêşerojê zanist e?
2- Homo Sapiens çawa bû kujerê ekolojîyê?
3- Homo Sapiens çawa homoyên din ji holê rakirin?
4- Sed hezar sal berê 6 cure mirov hebûn, niha tenê Homo Sapiens heye. Dê pêşerojê de cureyek din bikeve dewsa me? Wekî din pirtûk qala Aryana jî dike û dibêje nijadê yekem a mirovahiyê nîjada Aryan e û zimanê Sanskrît e.
Pirtûk qala şoreşa neolîtîk, çandiniyê û şoreşa zanistîyê jî dike. Bi awayekî objektîf bi vegotinek pisporî me di nav agahiyan de winda dike. Lê divê neyê ji bîr kirin. Dema we xwend pêşî di hişê xwe de van pirsan bikin. Gelo ev rast e, çawa dibe. Li ser van mijaran vekolin û li gor xwe binirxînin.
Her wiha pirtûk qala dîn û netewan jî dike û dînan rexne dike. Tiştê bala min kişand li ser Xrîstiyaniyê, Bisilmanî û Budayê gelek rexne hatiye kirin lê di derbarê Cihûtîyê(yahudî) zêde tişt nehatiye gotin. Dibe ku tesîra Cihûbûna nivîskar an jî tirsa xelkê xwe zêde qala Cihûtîyê nekiribe. Bi kurtasî ez bidim hev pirtûk qala ji çêbûna mirovahiyê heta vêga dike. Dibe encama perspektîfeke nû ji me re. Ger ji min re bibêjin ez pêşnîyarê we dikim. Bixwînin û li gor xwe binirxînin û bibînin ku mirov gihîştiye asta Xwedayî an na?